Li welatên Afrîkayê mirinên ji ber Coronavîrusê her ku diçin zêdetir dibin

Li welatên Afrîkayê mirinên ji ber Coronavîrusê her ku diçin zêdetir dibin

Heta îro ji ber Coronavîrusê li Afrîkaya Başûr 123 kes, li Sûdanê 41 kes, li Somalîyê 31 kes û li Çadê jî 10 kes canê xwe ji dest dan.

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Navenda Kontrol û Girtinapêşîya Nexweşîyan a Afrîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, li Afrîkaya Başûr bi 385 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û 7 kesên din ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirinî li welatên Afrîkayê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketine derket 6 hezar û 336 kesî û hejmara kesên ku bi nexweşîyê ketibûn û baş bûn jî derket l2 hezar û 549 kesî.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.