Li Xazzê ji Peymana Sedsalê re bertek: Hûn ê me li dijî îşxalê li ser pîyan bibînin

Li Xazzê ji Peymana Sedsalê re bertek: Hûn ê me li dijî îşxalê li ser pîyan bibînin

Li başûrê Xazzê ji plana Peymana Sedsalê ya ku ji teref Trumpê Serokê Amerîkayê îşxalker ve hat îlankirin re bertek hat nîşandan û mîtîngeke mezin hat tertîpkirin.

Mîtîng ji teref Harekata Berxwedana Îslamî ve hat lidarxistin, kesên ku beşdarî mîtîngê bûn bertekeke tund nîşanî plana îşxalê dan.

Îyad Ebû Fennuneyê ji lîderên Hamasê di axavtina xwe ya ku di mîtîngê de kir de destnîşan kir “Yekîtîya gelê me û berxwedana me ya qewî xwedî hêz e ku wê  peymana ku ji teref Trump ve tê ferzkirin hilweşîne.”

Ebû Fennuye du berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê welatîyên Filistînî xwedî li maf û nirxên xwe derkevin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Quds û Mescîda Eqsa di bin êrîşeke dijwar de ne, lê digel van êrîşan ew ê xelkê Filistînê teslîm nebe. Divê welatên Îslamê û xelkên Ereban li ba gelê Filistînê cî bigirin. Hûn ê me li dijî îşxalê li ser pîyan bibînin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.