Li Yemenê êrîşa bombeyî: 9 mirî
Li Yemenê di êrîşa bombeyî ya ku li wesayîta leşkerî hat kirin de 9 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Yemenê di êrîşa bombeyî ya ku li wesayîta leşkerî hat kirin de 9 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li herêmna El-Mahaya Taîzê pêk hat. Di encama teqîna ku pêk hat de nûçegihanê Abu Dabî TVyê jî di nav de tevde 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn. Di nav kesên ku birîndar bûne de gelek leşker jî hene.
Hêj tu kesî êrîşê negirtiye li ser xwe.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.