Li Zelandaya Nû di camîyê de qetlîam: 40 şehîd 48 birîndar

Li Zelandaya Nû di camîyê de qetlîam: 40 şehîd 48 birîndar

Li Christchurcha bajêra Zelandaya Nû di wextê nimêja înê de êrîş li du camîyan hat kirin, di encam êrîşa terorê de 40 Misliman şehîd bûn û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Christchurcha bajêra Zelandaya Nû di wextê nimêja înê de êrîş li du camîyan hat kirin, di encam êrîşa terorê de 40 Misliman şehîd bûn û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Christchurcha bajêra Zelandaya Nû di wextê nimêja înê de êrîş li du camîyanhat kirin. Di wextê êrîşê de nêzî 200 kes hebû. Derket holê terorîstê êrîşkar êrîşa ku li camîyê kir li ser medyaya civakî bi zindî weşand. Di vîdyoya ku hat weşandin tê dîtin terorîstê êrîşkar çawa ku ji wesayîtê pîya dibe bi çekê di destê xwe de berikan li ser Mislimanan de direşîne.

Di encama êrîşa terorê de 40 Misliman şehîd bûn û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref polêsê Zelandaya Nû de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin 3 jê mêr 1 jê jin tevde 4 kes hatin binçavkirin.

Serokê Zelandaya Nû Jacînda Ardern jî di daxuyanîya ku da destnîşan kir “Îro ji bo Zelandaya Nû rojeke tarî ye.”

Derket holê terorîstên ku li du camîyan qetlîam kir ji ser rûpela xwe ya You Tubeyê manîfestoyeke 70 rûpel weşandiye û ji bo Tirkîyê gotiye “Em ê bên Konstantînopolîsê û temamê camî û mînareyan xera bikin. Ew ê Ayasofya ji mînareyan bê paqijkirin û ew ê Konstantînapol wek berê bibe bajarê Xiristîyanan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.