Lîderên Hamas û Cîhada Îslamî projeya berxwedanê gotûbêj kirin

Lîderên Hamas û Cîhada Îslamî projeya berxwedanê gotûbêj kirin

Yahya Es-Sînwarê Lîderê Harekata Berxwedana Îslamî û lîderên Cîhada Îslamî di wan rojên borî de ji bo gotûbêjkirina projeya berxwedanê hevdîtin kirin.

Hat ragihandin lîderên Hamas û Cîhada Îslamî projeya berxwedanê gotûbêj kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Yahya Es-Sînwarê Lîderê Hamasa Harekata Berxwedana Îslamê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Sînwar di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew û lîderên Cîhada Îslamî ji bo gotûbêja projeya berxwedanê hatine ba hev.

Sînwar di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir lîderên siyasî û leşkerî yên her terefan beşdarî wê civîna ku di 14ê Tebaxê de hatiye tertîpkirin bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek birayan rûniştin  û nêzî 6 seatan  projeya berxwedanê, amadehîyên ku ji  bo xelasîya ji îşxalê tên kirin û bersiv dayîna êrîşan hat xeberdan.”

Sînwar di dawîya axavtina xwe de diyar kir “Em ê terka çek, mûşek û tunelên xwe nekin. Em ê digel we û zarokên we yên ku bi şev û roj dixebitin vê hêzê înşa bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.