Lîderên Hamasê rêya berxwedanê tercîh kirin
Uveys Yûsifê lawê Şêx Hesenê ji mezinên Harekata Berxwedana Îslamî destnîşan kir, lîderên Hamasê rêya sebr û sebat û bexwedanê tercîh kirin.
Uveys Yûsifê lawê Şêx Hesen di daxuyanîya ku da de destîşan kir lîderên Hamasê rêya sebr û sebat û bexwedanê tercîh kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hinek ji wan dîl ketin û hinek ji wan jî şehîd bûn.”
Uveys Yusuf di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek kesên nabeş û pîs û rejîma îşxalê hewl didin Hamasê wek hareketeke nebaş nîşan bidin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hamasa ku ev bû 12 sal di bin dorpêçê de ji temamê dinyayê re meydan xwend. Bereketa Xwedê li we be, rêya xwe bimeşînin. Em û xelkê me yê esîl bi we re ne.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.