Lûtkeya çar alî ya Sûrîyê îro dê li Stenbolê bê tertîpkirin

Lûtkeya çar alî ya Sûrîyê îro dê li Stenbolê bê tertîpkirin

Lûtkeya çar alî ya Sûrîyê ya ku Tirkîye jê re mazûvantîyê dike îro dê bi beşdarbûna Almanya, Fransa û Rûsyayê li Stenbolê dest pê bike.

Hat ragihandin lûtkeya çar alî ya Sûrîyê ya ku Tirkîye jê re mazûvantîyê dike, îro dê bi beşdarbûna Almanya, Fransa û Rûsyayê li Stenbolê dest pê bike.  Tê diyarkirin dê di 14.00an de dest pê bike.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Putîn û her wisa Temsîlkarê Taybet ê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura beşdarî lûtkeya çar alî ya ku dê li Stenbolê bê tettîpkirin, bibin.

Di lûtkeya ku dê bê tertîpkirin de qewîkirina agirbesta li Îdlîbê û çareserîya siyasî ya qeyrana li Sûrîyê bê gotûbêjkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.