Lûtkeya Lîderan a G-20an dest pê kir
Lûtkeya Lîderan a G-20an a ku bi beşdarbûna Serokomarê Tirkîyê Erdogan, li Buennos Aîresa paytexta Arjantînê tê tertîpkirin, dest pê kir.
Li Buennos Aîresa paytexta Arjantînê Lûtkeya Lîderan a G20an tê tertîpkirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî lûtkeyê bû.
Maurîcîoyê Macrîyê Serokê Arjantînê û Serokê Heyamê yê Lûtkeya G20an berîya civînê li Qada Pêşangehê ya Costa Salgueroyê yek bi yek lîderên dewletan ên ku beşdarî civînê bûn pêşîwazî kir û bi wan re sûreta malbatan da girtin.
Serokomar Erdogan berîya civînê li ser pîyan bi Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump re hevdîtin kir.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.