Maduro: Ev yek teşebûsa darbê ye, me temamê pêwendîyên xwe yên bi Amerîka re qut kir
Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew temamê pêwendîyên xwe yên siyasî û dîplomatîk ên bi Amerîka re qut kirine.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di daxuyanîya nivîskî ya ku belav kiribû de destnîşan kiribû ku ew Serokê Meclîsa Neteweyî yê Venezuelayê Juna Guaîdo wek “serokê demkî yê dewletê” nas dike.
Piştî vê daxuyanîya Trump, ji teref Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro ve daxuyanîyek hat dayîn. Maduro di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ev daxuyanîya ku ji teref Trump ve hatiye kirin li welêt ji hikûmeta meşrû re teşebûsa darbê ye.
Maduro di berdewama daxuyanîya xwe de ji temaê dîplomatên Amerîkayê daxwaz kir ku di nava 72 seatan de welêt terk bikin.
Maduro di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Amerîka berî niha jî çend caran teşebûsa kiriye ku li Venezuelayê darbe bike.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.