Malbata dilşewat: Em ê nehêlin ku lawikekî me din jî bê qurbankirin

Malbata dilşewat: Em ê nehêlin ku lawikekî me din jî bê qurbankirin

Malbata Akar a ku berî niha du lawên wê hatibû revandin li ser çîyan destnîşan kirin ew ê destûr nedin ku lawikekî wan ê din jî bê qurbankirin.

Hacîre Akara 70 salî ya ku lawê wê ji teref HDPyîyan ve hat revandin li ser çîyan li ser Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin.Malbata Akar destnîşan kir heta li Mehmet Akarê ku hatiye revandin li wan vegerê ew ê çalakîya xwe bidomînin.

Hacîre Akara 70 salî ya ku li Diyarbekirê dijî, ji bo lawê xwe yê bi navê Mehmet Akarê 21 salî yê ku tê diyarkirin ji teref HDPyîyan ve hatiye revandin li serê çiyê li ser ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin. Dayika dil bi kûl a ku ev bû 23roj ji lawê xwe xeberê nikare bistîne çû navenda polêsan û ji bo lawê xwe serîlêdana windabûnê kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, Hacîre Akara 70 salî ya ku li Sûra Diyarbekirê dijî, ji bo lawê xwe yê bi navê Mehmet Akarê 21 salî yê ku tê diyarkirin ji teref HDPyîyan ve hatiye revandin li serê çiyê li ser ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê da destpêkirin. Dayika dil bi kûl a ku ev bû 3 roj ji lawê xwe xeberê nikare bistîne çû Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê û bi wan re pev çû. Dayika dil bi kûl a ku lawê wê hatiye revandin camên şibakeyên partîyê şikand û dû re digel nasên xwe çalakîya rûniştinê da destpêkirin. Hat hînbûn dayik dibêje heta ku lawê neyê teslîmkirin ew ê terka çalakîyê neke.

Fatma Akara ku jinapa Mehmet Akarê ku ji teref HDPê ve hatiye revandin e derbarê mijarê de diyar kir berî niha xortên wan ên din jî hatine revandin ku ew ê vêcarê ji revandinê re razî nebin.

“Xortê me anîne vê derê û wî revandine”

Akar di daxuyanîya ku da de destnîşan kir,  ew xortê hatiye revandin bi dergistî bû, amadehîya zewaca wî dihat kirin, jêre zêr hatibûn standin û mala wî hatibû raxistin. Fatma Akar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xortê me anîne vê derê û wî revandine. Em dixwazin ku xortê me were. Em tiştekî din naxwazin. Ev bû 3 roj ku xeber jê nayê standin.  Em xortê xwe, zavayê xwe yê destbihine dixwazin. 2 xortên me birin û ew kirin qurban; lê belê em ê nehêlin ku vî jî bikin qurban.”

 “HDPji me re dibêje; xortê wê nehatiye vê derê, dibe ku çûbe dizîyê”

Fatma Akar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew derbarê mijarê de bi birêveberîya bajêr a HDPê re xeber dane, lê belê cewaba ku ew dane wan dilê wan tatmîn nekiriye. Akar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Partî ji me re dibêje ‘Xortê we nehatiye vê derê, dibe ku çûbe dizîyê, belkî hikûmetê ew girtibe.’ Qeyd û fotografên ku hene û kesên ku ew ditîne tev dibêjin ku xortê me hatiye vê derê.  Em jî dibêjin xortê me hatiye vê derê. Xeta û qisûra xortê me tunebû. Em dixwazin daweta xortê xwe yê destbihine bikin.”

Akar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bawer in ku xortê wan hatiye avahîya HDPê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ger em nebawer bana em nedihatin vê derê. Polêsan sûreta xortê me bi her derî ve daleqandine û lê digerin. Dibêjin ger heta niha derneketibe derveyî sînor ew ê ji niha pêve nehêlin ku derkeve derveyî sînor.”

 “Ger xwîna me jî bê rijandin em ê ji vê derê veneqetin”

Akar di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew hatine vê derê da ku piştgirîyê bidin jintîya xwe û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em dixwazin ku xortê me were, aştî were nav Mislimanan. Ger xwîna me tevan jî birjî em ê ji vê derê veneqetin.  Min û diya lawikê ku hatiye revandin destûr neda ku derîyê avahîyê heta şeveqê bigrin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.