Malbata ku ji ber şer revîya hewl dide di bin şert û mercên giran de bijî

Malbata ku ji ber şer revîya hewl dide di bin şert û mercên giran de bijî

Malbata Sûrîyeyî ya ku ji şerê navxweyî ya Sûrîyê revîya û koçî Êlihê kir di vê demsala zivistanê de hewl dide di bin şert û mercên giran a zivistanê de bijî.

Malbata ku ji 5 nefsan pêk tê niha li Taxa Çarşiyê ya Êlihê di malekê de îqamet dike û benda alîkarîya xêrxwazan e.

Ehmed Salimê ku sermîyanê malbatê ye derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber bêîmkanîyan di mala wan de hema hema tiştek tune ye, ew di odeyekê de hewl didin pêkve bijîn.

Salim di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew di vê demsala zivistanê de ji bo germ bibin carinan cil û bergên xwe dişewitînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez berî vê salan digel malbata xwe ji Şamê hatim vê derê. Ez, xanim û zarokên min em perîşan bûn.Ew maaşa zarokan a ku dewlet dide me têra me nake.Ez karê xurdavanîyê dikim, lê tiştek nakeve destên min. Ez ji bo zarokên xwe li benda alîkarîyê me. Pir serma ye. Em carinan ji naçarî cilên xwe di sobê de dişewitînin da ku em xwe germ bikin. Xanima min amelîyatkirî ye. Tiştekî me tune ye. Ez pêşî ji Xweda û dû re ji we alîkarîyê teleb dikiê. Li mala me ava germ bi xwe jî tune ye. Ev bû 10 roj ku zarokên min serê xwe neşûştine. Halê me di holê de ye…”

ÎLKHA


Malbata ku ji ber şer revîya hewl dide di bin şert û mercên giran de bijî

Malbata ku ji ber şer revîya hewl dide di bin şert û mercên giran de bijî

Malbata ku ji ber şer revîya hewl dide di bin şert û mercên giran de bijî

Malbata ku ji ber şer revîya hewl dide di bin şert û mercên giran de bijî

Malbata ku ji ber şer revîya hewl dide di bin şert û mercên giran de bijî

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.