Malbata ku tevde ji 13 nefsan pêk tê hewl dide di odeyekê de bijî
Li Nisêbîna Mêrdînê dayikek hewl dide digel 12 zarokên xwe di mala ku bes odeyeke wê heye de bijî.
Xaltîya Berîvan Kaplan û 12 zarokên xwe li Nisêbîna navçeya Mêrdînê hewl dide di maleke ku bes odeyeke wê heye de bijî. Malbata ku şepirze bûye niha li benda alîkarîya kesên xêrxwaz e.
Xaltîya Berîvan derbarê rewşa xwe ya zarokên xwe de ji ÎLKHAyê re axivî. Kaplan di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir zilamê wê wan terk kiriye û niha ew di jêrzemîna avahîyekê de bijîn ku ev der bi xwe jî ji wan re bi kirê hatiye dayîn ku ji ber ku rewşa wan aborîyê nebaş e ew di warê dayîna kirê bi xwe de jî zehmetîyê dikşînin.
Berîvan Xanim di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir qîza wê ya mezin jî di heman halî de ye û ji ber ku ew jî nikaribûn heqê kirê bidin xwedîyê xanî ew ji malê derxistiye ku ew jî niha digel wan dijîn.
Serokê Komîsyona Alîkarîyê ya Duşunce-Dera Nisêbînê Selman Kardaş derbarê mijarê de diyar kir ew ji bo kirina alîkarîyê hatine mala malbatê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Niha weke ku hûn jî dibînin malbateke ku ji 12 nefsan pêk tê hewl dide di jêrzemînê de di odeyekê de bijî. Ji ber ku ode biçûk e hinek kes ji naçarî li mitbaxê radizin. Niha heqê kirê ya 4 mehan ketiye li ser hev, ger heqê kirê nedin ew ê xwedîyê xanî wan derîne. Her wisa mal tev rutubet e. Di vê malbatê de tu kesê ku bixebite jî tune ye ku ji ber vê yekê perîşan bûne. Her wisa av dikeve hundirê malê jî û mal wek qeşayê ye. Malbat nikare heqê kirêî av û ceyranê jî bide. Tu firaxên wan jî tune ye.”
Kardaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir “ Em ji bo ji vê malbata feqîr re alîkarî bê kirin li benda alîkarîya kesên xêrxwaz û rayedar in.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.