Malbatên ku nobeda zarokên xwe digirin banga piştgirîyê kirin

Malbatên ku nobeda zarokên xwe digirin banga piştgirîyê kirin

Malbatên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine revandin di daxuyanîya ku dan de destnîşan kirin “Netirsin, serê xwe li bertehdîdên rêxistina terorê HDP/PKK/KCKyê netewînin. Werin vê derê em bi hev re biserkevin.”

Dayikên ku ji bo zarokên xwe yên ku hatine revandin li serê çîyê û li ber avahîya HDPê ya Diyarbekirê çalakîyê li dar dixin banga destekê kirin

Piştî dayika bi navê Hacîre Akar ji bo lawê xwe yê ku hat revanin çiyê li ber HDPê çalakîyê li dar xist û lawê wê lê vegerîya re malbatên din ên ku zarokên wan jî hatine revandin çalakî dan destpêkirin.

Çalakîya wan dayikên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin li serê çiyê di 22ê tebaxê de dest pê kir û îro kete roja 81emîn.

Malbatên ku ev bû 82 roj doh li ber avahîya serokatîya bajara Diyarbekir a HDPê çalakîyê li dar dixin daxuyanîyeke hevpar dan.

Daxuyanî ji teref Ayşegul Bîçer ve li ser navê malbatan hat dayîn.

Bîçer di daxuyanîya xwend de destnîşan kir; em ne tenê wan dayikên ku zarokên wan hatine revandin li serê çiyê, temamê kesên ku xwedî êş û elem in û kezeba wan şewitîye vedixînin vê derê. Bila werin vê derê û destekê bidin me. Em ne tenê wan dayikên ku zarokên wan hatine revandin li serê çiyê, temamê kesên ku xwedî êş û elem in û kezeba wan şewitîye vedixînin vê derê. Bila werin vê derê û destekê bidin me.

“Netirsin, serê xwe li ber  tehdîdên rêxistina terorê HDP/PKK/KCKyê netewînin”

Bîçer di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew  mucadeleyeke heqdar dane destpêkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Me di 3yê îlonê de li vê derê micadeleyek heqdar da destpêkirin. Îro bû 80emîn roja me ya çalakîyê. Em di serî de ji Diyarbekirê û bi tevahî jî ji temamê Tirkîyê teleb dikin. Dayikên li vê derê, bes ne ji bo lawên xwe  ji bo tola wê hêstira ku ev 40 sal diherike bistînin û pêşîya wan xortên ku derdikevin çiyê bigirin li vê derê. Netirsin, serê xwe li ber  tehdîdên rêxistina terorê HDP/PKK/KCKyê netewînin. Werin vê derê em bi hev re biserkevin.”

Silêman Aydinê ku lawê wî berî vê 4 salan ji Diyarbekirê hat revandin derbarê mijarê de diyar kir, ez ji bo lawê xwe li vê derê me û bi izna Xwedê ew ê zarokên me bên.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler