Market dê bênavber xizmetê bidin

Market dê bênavber xizmetê bidin

Serokê Lijneya Birêveberîya Komeleya Perakendevanên Xurekê Galîp Aykaç destnîşan kir marketên ku endamên komeleyên wan bin dê di navbera seat 10.00-20.00an de xizmetê bidin.

Aykaç di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji ber teleba xelkê bê biryarê dane û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Me qerar da ku marketên ku endamên me ne 7 rojên heftîyê di navbera seat 10.00-20.00an de xizmetê bidin.  Me çûyîn û hatina personelên marketê, qelebalixa dê di marketan kom bibin, pêvajoya tedarikkirina berheman û tenduristîya di  nava marketan de li ber çavan girt û vê qerarê da. Em bawer dikin ku ew  ê muşterî bes ji bo pêdivîyên xwe di navbera van seatan de derkevin derve û wekî di mala xwe de bimînin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.