Masîgirê Filistînî yê ku ji teref artêşa Misirê ve hat şehîdkirin hat definkirin

Masîgirê Filistînî yê ku ji teref artêşa Misirê ve hat şehîdkirin hat definkirin

Ebu Avdeyê masîgirê Filistînî yê ku ku ji teref artêşa Misirê ve hat şehîdkirin bi merasîma ku hat tertîpkirin hat definkirin.

Mustafa Ebu Avdayê masîgirê Filistînî berî vê şevekê di êrîşa artêşa Misirê de şehîd bû. Ebu Avdayê ku di êrîşa artêşa Misirê de şehîd bû doh bi merasîma ku hat tertîpkirin hat definkirin.

Serokê Yekîneya Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye jî beşdarî merasîma cinazê bû.

Henîyye di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew doh êvarî bi Îstîxbarata Misirê re hevdîtin kiriye û ew destnîşan kirine ew ê rayedarên payebilind bi meselê re eleqedar bibin.

Henîyye di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di hevdîtina ku bi lijneya ewlehîya Misirê re hatiye kirin de hatiye diyarkirin divê di bergeha nêçîra masîyan de mesafe ji 9 mîlan bê derxistin 20 mîlan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Me di hevdîtina ku hat kirin de li hev kir ku ji bo dorpêç bê şikandin mesafeya nêçîra masîyan bê derxistin 20 mîlan.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.