Mazbataya 4 muxtaran hat betalkirin

Mazbataya 4 muxtaran hat betalkirin

Li navenda Êlihê mazbataya muxtarên 3 taxan û gundekî hat betalkirin.

Hat ragihandin li navenda Êlihê mazbataya muxtarên 3 taxan û gundekî hat betalkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mazbataya muxtarên taxên bi navê Çay, Baglar û Korikê û yê gundê Kirêdîyê hat betalkirin û ji wezîfê hatin dûrxistin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Êlihê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku derbarê mijarê de hat belavkirin de hat diyarkirin; mazbataya muxtarên taxên bi navê Çay, Baglar û Korikê û yê gundê Kirêdîyê “ji ber kirina propagandaya rêxistina terorê û ji ber endambûna rêxistina terorê” hat betalkirin û ji wezîfê hatin dûrxistin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.