Mamostê SİPYAGÎ

Mamostê SİPYAGÎ

Meha Sibatê Meha Şehadetêye

Em di meha sibatê’dene. Ji herkesi re hinek zemanên mühîm henin. Ji ew müminê kû bi d’awa tewhidê bawerin, ji wan re ev meha bêtir mühîme. Meha Sibatê di zîhnê Müslümana de, şehadetê têne bîranîn.

Peyvoka şehadetê me’alesef îro di zihnê Müsülmana de, û di heyata Müsülmana de hatîye jibîrkirin. Hettanî em m’ana û rûhê şehadetê di ruhê xwede hîs nekin, em nikarin qeyd û zincîrê xemsarî yê ser xwe rakin. Şehadet, kesê kû ‘elimîye rehetiyê û konforê timî wan nerehet dike. Kesê mîzana wi dünya be, ew kes ehemmîyeta tekoşîna di rîya Xweda de fêhm nakin. Çünkî her tiştê wan gorî menfi’eta dünyayê ye.

Şehîda canê xwe bi tenê ne danê. Wan ‘ewilî şahid tî ji d’awa Xweda’re kirine. Berî canê xü bidi, wan mal û, zeman û îmkanê xwe dî rîya Xweda’de seferber kirine. D’awa xwe di heyata xwede nîşandanê. Ji bo d’awa xwe gavekê pêşve bibe, zemanê îcab kirîye canê xwe ji di vê rîyê de dane, û vêya ji temamê însana re îspat kirine. Ew kesê teslîmê dînê Xweda bûnin, ji wan re mirina yan en bi xêr, û bi kâr, gihaştina meqamê şehadetê ye.

Xweda’yê Te’ala di Qûr’an’a pîroz de wanî ferman dike: “Xweda, ew mu’minê di rîya wi de şer dike û dikijû û tê kuştın, li hemberî cennetê mal û canê wan kirrîye.” (Tewbe-111)

Evê ya tîcaretek wer mezine kû,bi malû hebûna dinyayê nayê qıyaskirin.

Dîsa di ayetek dinê de Rebbême weha ferman dike: “Eger hûn di rîya Xweda’de bên kuştin, yan jî bimrin, ew meğfiret û rehmeta Xweda bike, ji ew tiştê ew li hev topdikin bêtir bi xêre.” (Ali İmran-157-158) “Ê di rîya Xweda’de tên kuştin hûn zennekin ew mirînın. Bil’akîs ew sağin, û li ba Rebbê xwe tê riziqdayîn.” (Ali İmran-169)

Şehîd namirin. Ew bi d’awa xwe re bûnin yek perçe. Hetta d’awa wan sağ be, ewê jî pêre sağ bin. hinek henîn sağin ji, tu qezencekî li d’awa wan nayê. Belkî hebûna wan û tunebûna wan ferq nake. Lê şehîd bi mirina xwe jî bi hezara însan di gîhînin d’awa Xweda.

Ê wekî Şêx Se’id, Seyyid Qutub, Hesen el Benna, Abbas Mûsawi û gellek şexsiyetê wanî bi qîmet, hîn jî tê ji bîr anîn, û ew fikr û d’awa bi xwuna xwe û bi canê xwe muhefeze kirine, di pêşiya milletê xwe de weke ronahîkê vêketine. Bi wan re însan şîyar dibin, û tarîtî belav dibew her derê pê roni dibi.

“Şehadet bangeke ji temamê zemana re û ji nesla re.” Ew banga rîya ummetê ronî dike, û ew ğaya kû wê bighêjin bellî dike. Şehîd piştî dehrin jî, rêberiyê ji ummetê re dikin. Ê rîya me ronî dikin û dibin çira şehîdin. Umûdin, ‘eşqın şehîd. Dilê dîrokê, şahidê heqiqetê, zimanê zemanin şehîd. wexta şehadetê, ğeleba ‘izzetê li ser zilletê ye. Nuxta ğalibya xûnê, li ser şûre şehadet.

Ji ber îro ummetê ruhê şehadetê wenda kirîye, daketîye û li paşve maye. Azadiya xwe wenda kirine, û mehkûmê esaretê bûnin.

Sehabîya ew ayet û hedîsê ehemmiyeta şehadetê, û ew îkrama ji şehidan tên kirin dixwînin, em di nerin bazdidin hola herba. Ê wekî Henzele (ra) êvara zewicî bu, wê sibehê firseta xwe bişo nedî, çû herba uhûdê û bi wi hawi şehid bû. Gori Pêxemberê me (as) gotîye Melaîketa wî li asîmana şuştin.  Sehabîkî bi navê Abdûllah ji Xweda re weha dua dikir: “Bera sıbê herb çêbiba û ejî têketimayê, û ji teref kafira behatima şehît kırın. Û piştî wê zıkê min bihata çirandin, kezebamın derxistina, pozêmin û guhêmin jikirana, û piştî wê roja qiyametê bihata gotin “çima vana lite hatîye kirin”, û mijî bi gota “ya Rabbi evana giş ji boy tebûn! Û vêya jimir ji her tiştî xweşiktiri.” Hz. Umeyr birçî bûbû, û hinek xurme di distê wî debûn. Got heta ez van xurmana buxum ezê dereng bimînim herim cennetê. Û ew xurmana avêtin, şûrê xwe kişand, û ket nav muşrika hetta şehîd bû.

Hz. Xalid b. Welid ketibû nêzîkî sed herbî. Di van herba de nêzîkî sed birînî di canê wi de çê bûbû. Piştî wê nav cihê xwede nexweş ket, û nerî dinav cîhê xwede wê bimri, girîya. Jê re gotin ma tu ji mirinê ditirsi. Got na vellahi. Ez ketim sed herba, tu ciyê canêmi de, kû birîn tê tunebe tuneyi. Ser vî hawî de jî ez wanî din av ciya de, wekî deva dimrim. Ji ber şehadet nebû qismetê min ez digirîm.

 Sehabe wanî ‘aşiqê şehadetê bûn. Ji ber vi hawi jî Xweda’yê Te’ala, di zemankî hindik de hakimîyeta dinyayê xist dista wan. Û ‘edaleta İslamê li ser dinyayê kirin hakim.

Hemd ji Xweda re be iro jî, li her derê dınyayê Musulman şiyar bûne, û ji boy xellasiya xwe bi İslamê girtine, tekoşîna xwe bi d’awa İslamê dikin. Li Efgan, Bosna, Çeçenistan, Filistîn, Surî û li gelekê dera Musulman ji boy d’awa İslamê xwîna xwe dirjînin, tên kuştin û şehid dibin.

Li Kurdîstan’ê jî ji boy î’layê Kelimetûllah, ê weki Şêx Se’id û hevalê xu, tekoşîna xwe bi Îslamê dan, û di vê rîyê de şehîd bûn. Piştî wan jî şehîd Huseyn, şehîd Seleheddîn, Şêx Zeki û ê wek wan bi sedan Kurdên Musulman, bi d’awa İslamê tekoşîna xwe dan, û di vê rîyê de ew jî şehîd bûn. Gellek jî muhacir bûn ji welatê xwe derketin. Û gellek jî ketin zîndana. Üstad Bediuzzeman bi sala ezyet, surgûn û zindan kişand. Her tiştê xwe ji d’ewa Îslamê re feda kir. Ewan xellasî û azadîya xve bi İslamê duxwestin.

İro jî boy insanê musted’ef, İslam disa bûye umida xellasiyê. Van ideoloji û fikrên batil, wekî kapitalizm, sosyalizm, liberalizm û ê di vî rengide, hatîye xuyakirin, kû ji boy însana nabin xellasî. Bil’akîs dibi sebebê zulmû tarîtîyê. Li Sovyet ev rejima sosyalîzmê bû sebebê qirkirina însana, bilxasse ya Musulmana. Di zemanê Stalîn’de zêdî 20 mîlyon însan hatinin kuştin. Gellekê vana Kurd, Turk, Çeçen, Tatar, Çerkez, Tacîk û ê wekî wan gelên Musulman bûn. Evan gelê Musulman surgûnê ciye wekî Sibirya hatın kirin. Û gellekê wan di riya de telef bûn.

M’elesef hetanî nêzîk de jî, hineka bi navê xellasiye, qatilê wek Stalin, ji xortê mere, însanê qenc û rêber didan nîşandan! Ema em vêya bera baş zanibin ji ğeyrî İslamê, temamê riyêdin jimere encağ tarîtî û sebebê helakê ye.

Meselak yên a muhîm îstîsmar kirina şehîdî û şehadetê ye. Îro gellek van xwediyê fikrên batil, ji boy d’awa xwe dimrin û tên kuştin, dibên em şehidin. Halbûkî şehîdi û şehadet malê İslamê û Musulmana ye. Şehîd kîne û ê jiboy çi dimrin û tên kuştin şehîdin, fikha Îslamê jimer didin nîşandan. Gorî İslamê ê jiboy kelima Xweda, dînê Xweda bilind bibe, jiboy dînê Xweda liser rûyê erdê bibi hakim tekoşina xwe bidi, xebata xwe bike, û canê xwe bidû bê kuştın ewana şehîdin. Jiwî ğeyrî dinê kî dibe bera bibe, ew ne şehîdin.

Hela ew jiboy kemalizmê û sosyalizmê û fikr û dînê batil bên kuştin, ew tucar nabin şehîd. Û ê bibêjin ew şehîdin, ew îftîrayê li Îslamê dikin, û dibin sebebê gellek insana kû dehrin helakê. Ji ber vî hawi bera kesek însana nexapînin, û heqqî yê veneşêrin. Haşa kes nikarin Xweda bixapînin. Encağ bi wi ‘eqlê xweyê hindik xwe û înasanê nezan dixapînin.

Me go meha Sibatê meha şehîda ye. Di vê mehê de gellek ‘alim û şêx û însanê qenc, di vê mehê de şehîd bûnin.

Qîyama Şêx Se’id, di 13 Sibatê sala 1925’de despêkir. Pîştî qiyamê ji teref rejima kemalîst hat meğlûb kirin, Şêx Se’id û 46 hevalên wi hatin daliqandin û şehîd bûn. Bi wanre bi hezara gelên Kurd, di gunda de, di şikefta de hatin kuştin û hatin şewitandin. Tevdekî di rîya Xweda de şehîd bûn.

Rejima kemalîst di vê mehê de, Atif xoce yê Îskilîbî, Şêx Esedê Erbîlî û li Menemenê hinek însanê Musulman, bi zalimtî şehîtkir.

Metîn Yuksel li 23 Sibatê sala 1979’de li Îstenbolê, ji teref faşîstê MHP’lîya hat şehîd kirin. Metîn Yuksel gedê Mele Sedreddîn bû. ji eslê xwe, ji welatê Kurdistanê bajarê Bîlîs’ê bûn. Mele Sedreddîn ‘alimekî meşhûr bû. Metîn Yuksel xortekî zana û di d’awa Îslamê de pir jêhatî bû. Ji lew Xweda jî şehadet kir nesîbê wî.

Dîsa di meha Sibatê de li Filistîn’e bajarê xelîlulrehman’ê, di Mescîda Xelîl İbrahîm’de siyonîstê dev bi xwîn, 87 Musulman di limêja sibehê de şehît kirin.

Li Misrê Îmam Hesen el Benna, 12 Sibatê sala 1949’ade bi destega ‘Emriqa û Îngîlîz ji teref rejima qıral hat şehît kirin. Îmam el Benna mucadela xweşik da, û tovê d’awa Îslamê avêt. Ewê xebata wî ne li Misrê tenê, li temamê welatê Musulmana tesîr kir, û bû sebebê şîyar bûna Musulmana. Ew cema’eta İxwanul Muslîmîn kû ava kir îro li Misrê bûye hukumet. Hemas ji eserê d’awa Ûstadi. Ê wekî şehid Seyyid Qûtûb, Zeyneb Ğezalî û 'Ebdulqadîr 'Ûdeh semerê mucadela şehîd Hesen el Benna bûn.

Li Lubnanê Şêx Rağıb Herb, ‘Ebbas Mûsawi û Îmad Muğnîye jî, di meha Sibatê’de ji teref rejima siyonîst hatin şehîd kirin. Ewan bi mucadela xwe rejima sîyonîst perîşan û rezîl kirin.

Li Êmrîqa Malcom X, ji teref xefyên FBI, 25 Sibatê sala 1965’de hat şehît kirin. Malcom li hember zulma ‘Emriqa kû li însanê zencî dikir, bi d’awa Îslamê tekoşîna xwe da –kû ew jî zencî bû- hetanî di vê rîyê de canê xwe da û gihaşt Rebbê xwe.

24 Sibatê di sala 2000’de li welatê Kurdistan’e bajarê Wan’ê 5 heb ‘egitên mensûbê Partîya Xweda piştî pevçûnek mêrani de canê xwe dan û şehîd bûn. Evan ‘egîdana Sebeheddin, M. Nurî, Zahir, Murad û Nûrî bû. Wan jiboy dînê Xweda tekoşîna xwe dan, dawîyê jî teref timên devletê hatın şehît kirin.

“Ê di rîya Xweda’de tên kuştin, hûn zen nekin ew mirînin. Bil’akis ew sağin û di qatê Rebbê xwe tên riziqdan. Ew tiştê Xweda ji lutfa xwe daye wan pê kêfxweşin, û ê li paşwan mane û hîn nigahaştinin wan (ew birayê wanê Musulmanê li dınyayê) mizgînê didin wan kû, ne tirs ji wan re heye, nejî wê liberkevin.” (Alî Îmran – 169-170)

Xweda’yê Te’ala, me ji şefa’eta şehîda mehrûm neke. Xwîna wan bike wesîla şîyarbûn û xellasîya temamê musulmanê dinyayê. Xwedayê Te’ala merteba şehadetê bike nesîbê me jî. Amin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar