Mehkeme destnîşan kir Ala Kurdistanê wek “Propagandaya PKKê” nikare bê hesibandin

Mehkeme destnîşan kir Ala Kurdistanê wek “Propagandaya PKKê” nikare bê hesibandin

Qerara Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Wanê“Ala Kurdistanê wek propagandaya PKKê nikare bê hesibadin” ji teref Mahkemeya Herêmê ya Erzeromê ve hat tesdîqkirin.

Berî vê 3 salan derheqê Arkeolog Ahmet Kinay de doza sîyasî hat vekirin û di encama doza ku hat vekirin de di sala 2015an de  Ala Kurdistanê wek propagandaya rêxistinê hat hesibandin.

Di doza ku li Mahkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Wanê  dihat dîtin de mehkemê qerara xwe da.

Di qerara ku hat dayîn de Ala Kurdistanê wek propagandaya PKKê nehat qebûlkirin û hat destnîşankirin; Herêma Kurdistanê ew herêm e ku lê exlebe Kurd dijîn û birêveberîya wê ji teref dewleta Iraqê ve li gorî hiqûqa neavneteweyî hatiye nasîn û Herêma Kurdistanê xwedî birêveberîyeke meşrû ye ku divê ji PKK/KCKê cûda bê hesibandin.

Mehkemê her wisa diyar kir parvekirinê Kinay ne hêmanên sûcê ne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler