Mehkemê ji Alparslan Kuytul re 41 sal ceza xwest
Serdozgerîya Komarê ya Edenê ji Serokê Weqfa Furqanê Alparslan Kuytul re heta 41 salan cezaya hepsê teleb kir.
Di bergeha lêpirsîna ku li Edenê ji teref Serdozgerîya Komarê ya Edenê ve hat amadekirin de Serokê Weqfa Furqanê Alparslan Kuytul jî di nav de ji 3 kesan re her yek ji wan re 41 sal û ji 42 kesan re jî her yek ji wan re 21 sal cezaya hepsê hat xwestin.
Kuytul û kesên ku ji wan re ceza hat xwestin bi sûcên “bo kirina sûcê damezrandina rêxistinê, di belgeya taybet de sextekarî, xapandina bi rêya îstîsmarkirin bawerî û hestan, bi zanebûn û bi xwestek ji rêxistina terorê ya çekdar a FETO re alîkarî kirin, li ser çapemenîyê kirina propagandaya rêxistina terorê PKK/KCKê, bi şikleke xeyrî resmî veşartina çavkanîyên dahatan” tên sûcdarkirin.
Ew ê darizandina Kuytul û îdarevanên weqfê di 8ê Mijdarê de li 11emîn Mehkemeya Cezaya Giran bê dîtin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.