Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê: Ji Hz. Muhammed re heqaret kirin ne azadîya gotinê ye
Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê destnîşan kir ji Hz. Muhammed re heqaret kirin ne azadîya gotinê ye.
Di sala 2009an de kesekî Avusturyayî ji ber ku heqaretî Hz. Muhammed kiribû derbarê wî de doz hatibû vekirin û di sala 2011an de jê re cezaya pereyan hatibûn dayîn ku ev şexsê Avusturyayî hukma ku hat dayîn biribû mehkemeya bilind û mehkeme jî îtîraza wî qebûl nekiribû. Ji ber vê yekê şexsê Avusturyayî ji ber vê yekê qerara ku derbarê wî de hatibû dayîn biribû Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê.
Mehkemeya Mafên Însanan a Ewrûpayê, îtîraza ku derbarê mijarê de ji wan re hat kirin qebûl nekir û hukum da ku ji Hz. Muhammed re heqaret kirin ne azadîya gotinê ye.
Di daxuyanîya ku derbarê mijarê de hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Ew gotinên ku derheqê Hz. Muhammedê ku Pêxemberê Îslamê ye de hatine bikaranîn, wek êrîşa ku heqaretan dihewîne hatine qebûlkirin. Her wisa ev cûr êrîş dê pêşbiryaran har bike û dê gefê li azadîya dîn a li Avusturyayê bixwe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.