Mektûbata Bedîuzzeman bi Kurdî derket!

Mektûbata Bedîuzzeman bi Kurdî derket!

Weşanxaneya Zehrayê ya ku cara yekem dest bi wergera Rîsaleyên Nûr bi kurdiya kurmancî kiribû, xebatên xwe yên wergerê, bi bê navber dewam dike.

Xebateke antîke ya Weşanxaneya Zehrayê, wergera Rîsaleyên Nûr bi Kurdî...

Weşanxaneya Zehrayê ya ku cara yekem dest bi wergera Rîsaleyên Nûr bi kurdiya kurmancî kiribû, xebatên xwe yên wergerê, bi bê navber dewam dike.

Kulliyata Bedîuzzeman Seîd Nursî ya ku ji behra Qur’anê tê, heya îro bi gelek zimana hatiye wergerandinê. Ji ber ku demek dirêj xwendin û nivîsandina bi Kurdî qedexe bû, wergera Rîsale-î Nur bi Kurdî derengî ma.

Li Turkiye wergera rîsaleyên Kurdî, cara yekem di sala 1992 ya de bi pênc rîsaleyên piçûk weşanxaneya Nûbiharê dest pê kir. Di sala 2008a de bi wergera deh kitêbên piçûk weşanxaneya Zehra vê xebatê şopand. Di heman demê de weşanxaneya Nûbihar peyvên piçûk bi navê “Vateyê Qijkekî” wergeran Zazakî.

Di wergera Rîsale-î Nûr de Weşanxaneya Zehra li Turkiye yekem car “Mesnewiya Nûriye” bi temamî wergerand Kurdî, bi vê wergerê pêngavek girîng avêt. Ev xebata pîroz bi destê komxebata di ziman û di ilmê Rîsale-î Nûr de pirspor: Mela Îbrahim Xelilê Amedî, Ayhan Yıldız, Aziz Samur, Nevzat Eminoğlu, Abdulqadîr Bîngol, Suat Orak, Ayhan Meretowar berdewam kir.

Pîştê Mesnevî Nûriye rîsaleya “Îçtîmaî Dersler” bi navê “Dersên Civakî” hat çapkirin. Ji bo ku heqîqetên Rîsale-î Nûr zirarê nebîne xebat, hûr û kûr tê domandin.

Fêkiya vê xabata pîroz ya dawî, ji kulliyata Rîsale-î Nur “Mektûbat” bû. Weşanxaneya Zehra, bi cildê çerm, kaxizê zer û bi rengîn sê kitêbên mezin: Mesnevî Nûriye, Dersên Civakî û Mektûbatê çap kir. Ji bo wergera kitêbên din jî xebat berdewamin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.