Mela Muhammed Varol beşdarî tazîya kekê xwe bû
Mela Muhammed Varolê ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî di girtîgehê de tê girtin, beşdarî tazîya kekê xwe Mela Muhammed Seîd Varolê ku berî vê çend rojan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû bû.
Piştî ku bersiv ji serîlêdana wî ya beşdarbûna tazîyê bi şikleke erênî hat qebûlkirin re Mela Muhammed Varolê ku di girîtîgehê de bû 15ê Hezîranê di seat 09.30an de beşdarî tazîya kekê xwe Mela Muhammed Seîd bû.
Mela Muhammed Varol dema ku hat cihê tazîyê ji teref bav, bira, birazî û hezkirîyên xwe ve hat pêşîwazîkirin. Dema ku wextê destûra hevdîtinê bi dawî Mela Muhammed ji nas û dostên xwe xatir xwest û cardin ew birin girtîgehê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.