Merzûq: Însanetî li dijî kirina mueameleya nebaş a li cesedên Filistînîyan bêdeng e

Merzûq: Însanetî li dijî kirina mueameleya nebaş a li cesedên Filistînîyan bêdeng e

Terorîstên siyonîst û îşxalker Mislimanekî Filistînî li rojhilata Xan Yunusê şehîd kirin û bi buldozerê eciqandin.

Siyonîstên terorîst doh serê şeveqê li rojhilata Xan Yunusê  li bajaroka Abasana Nû  êrîşî komek xortên Filistînî kirin.  Di encama êrîşa ku hat kirin de kesekî ku endamê Serîyyeyên Qudsê ya Cîhada Îslamî ye hat şehîdkirin  û kesek jî birîndar bû.

Di dîmenên ku ji cihê bûyerê hatin girtin de tê dîtin ku siyonîstên terorîst û îşxalker  bi buldozerê cenazeya Mislimanê Filistînî eciqandin û muameleyeke nebaş lê kirin.

Endamê Şaxa Sîyasî yê Hamasê Musa Ebû Merzuq derbarê wehşeta ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir û ji bûyerê bertek nîşan da.

Ebu Merzûq di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Însanetî li dijî kirina mueameleya nebaş a li cesedên Filistînîyan bêdeng e.”

Tugayên Qudsê jî derbarê mijarê de destnîşan kir, êrîşa ku li Xan Yunusê hat kirin bi şikleke eşkere wehşet û hovîtî ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler