Mesrûr Barzanî: Bo xizmetkirina Zaxo her tiştek di şiyana me de hebe em ê bikin

Mesrûr Barzanî: Bo xizmetkirina Zaxo her tiştek di şiyana me de hebe em ê bikin

Serokê Herêma Kurdistanê seredana Zaxo kir û li gel berpirsên rêveberîyê û kesatiyên wî bajêrî civiya û ragehand, her tiştek di şiyana me de hebe bo xizmetkirina vê deverê em dê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, seredana bajarê Zaxo kir û li avahiya qaymeqamiya Zaxo li gel berpirsên deverê civiya.

Di civînê de, serokê hikumetê amaje bi giringî, rola dîrokiya û şoreşvanî ya bajarê Zaxo û sinûrê wê bi giştî û qurbanîdanên wê kir di bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de û got, bajarê Zaxo hev mil li gel dever û navçeyên din yên Kurdistanê hejî xizmetkirineka zêdetir e. Her tiştek di şiyana me de hebe bo xizmetkirina vê deverê emê bikin.

Mesrûr Barzanî, berpirsên rêveberiya deverê raspart bê ti cudahî xizmeta hevwelatiyan bikin û daxwazî, nerîn, têbînî û gazindeyên wan bi sîngeke berfireh wergirin.

Dû re serekê hikumetê li gel kesatiyên bajarê Zaxo û kesûkarên şehîdên deverê civiya û amaje bi karname û pilana hikumetê kir bo xizmetkirina nawçe û deverên cudahên Herêma Kurdistanê û bihêzkirina jêrxana abûrî, corbicorkirina çavkanîyên dahatê û encamdana çaksaziya heme alî ya kargêrî û abûriyê.

Serokê hikumetê tekez li ser wê yekê kir, ku yek ji karên herî pêşîn ê hikumeta Herêma Kurdistanê giringîdan e bi kertên çandiniyê, pîşesazîyê, piştîvanîkirina cotyarên Herêma Kurdistanê û berhemê navxweyî bi awayekê ku civaka Kurdistanê ji bikarhêner bibe berhemhêner.

Serokê Hikumetê biryara encadana hejmareka pirojeyan li sinûrê qeza ya Zaxo ragihand, ku li gor şiyanên hikumeta Herêma Kurdistanê bi van nêzîkan dest bi cêbicêkirina wan dihête kirim. Got jî, kar dikin daku pêngavên kirina zaxo bi rêveberiyeka serbixwe bileztir bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.