Mesrûr Barzanî û Balyozê Îngîltere li Iraqê rewşa navçeyê guftûgo dikin

Mesrûr Barzanî û Balyozê Îngîltere li Iraqê rewşa navçeyê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Îngîltere li Iraqê Stephen Hickey kir.

Di civînê de, dawî guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltereyê hatin guftûgokirin. Tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser bingeha destûrê hat kirin.

Balyozê Îngîltereyê piştevaniya xwe ji bo rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê nîşan da, wek binemayekê ji bo arambûn û avedankirina deverê û vegera koçberan li ser cihên xwe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser berdewamiya proseya çaksaziyê ya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi arasteya berfirehkirina jêderên dahatê û bihêzkirina jêrxaneya aborî.(ÎLKHA)
 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.