Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê dibêjin “êdî bes e, bila êdî edalet bê tesîskirin”
Musab Arasanê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê destnîşan kir malbatên mexdûran daxwaz dikin êdî edalet bê tesîskirin.
Malbatên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê doh li ber ACZ Plazaya li Semta Ofîsê ya Yenîşehîra Diyarbekirê hatin bal hev û daxuyanîyeke çapemenîyê dan. Malbat di daxuyanîya ku dan de daxwaz kirin êdî edalet bê tesîskirin.
Di daxuyanîya çapemenîyê de Koordînatorê Giştî yê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Parêzer Mîrxan Ozbeklî destnîşan kir tê xwestin mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê bên jibîkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji sedî 99ê wan Yusufîyên ku hatin binçavkirin, îşkence li wan hatin kirin û dosyayên wan bi delîlên sexte hatin dagirtin û hakim û dozgerên wê demê bi talîmatên ku ji wan re hatin dayîn cezayên giran dan wan.”
Piştî axavtina Parêzer Ozbeklî, Musab Arasanê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê li ser navê malbatên mexdûr metna daxuyanîya çapemenîyê xwend.
“Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê, êdî dixwazin edalet tecellî bike”
Arasan di daxuyanîya ku da de balan kişand li ser mexdûrîyeta malbatên mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê û destnîşan kir di wextê wê de gelek neheqî û zilm li Mislimanan hatin kirin û mexdûrîyeta wan hêj jî berdewam dike.
Arasan di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê jî bên xistin bergeha wê pêşnûmaya efûyê ya ku pê xwestin ceza bên kêmkirin. Arasan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê dibêjin ‘ êdî bes e, bila êdî edalet bê tesîskirin.’ Mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê, êdî dixwazin edalet tecellî bike. Êşa herî mezin û mexdûrîyeta herî mezin bi xelkê Misliman dan kişandin. Ev bi salan e ku ev Misliman di girtîgehan de tên girtin. Sedema di girtîgehê girtina van Mislimanan daraza FETO û 28ê Sibatê ye. Dewamkirina vê zilm û mexdûrîyetê li ser navê însanetî û edaletê eybeke mezin e. Divê guh bê dayîn daxwazên malbatên van mexdûran ku ev yek wezîfeya hemû kesî ye. Divê ev mesele demildest bê çareserkirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.