Mezlûmîyet û mexdûrîyeta Mislimanên Arakanîyên li Bangledeşê berdewam dike
Mezlûmîyet û mexdûrîyeta Mislimanên Arakanîyên li Bangledeşê berdewam dike, nihabirêveberîya Bangledeşê Mislimanên Arakanîyan li giraveke ku lê pir zêde baran dibare kom dike ku ev yek jî bû sedema bertekan.
Hat ragihandin ew ê birêveberîya Bangledeşê Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û wehşeta çeteyên Bûdîst revîyan û hatin Bangledeşê li giraveke ku lê di demsala havînê de gelek baran dibare û tofan lê radibe kom bike. Ji ber vê yekê tê diyarkirin ku ew ê qeyraneke nû ya însanî derkeve holê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin digel temamê îtîrazan ew ê birêvebirîya Bangledeşê plana xwe tetbîq bike û dê Mislimanên Arakî li Girava Başan Çarê bi cî bike.
Tê diyarkirin ew ê nêzî 100 hezar Mislimanên Arakanî li vê giravê bên bicîkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.