Midûrê Tenduristîyê yê Bajêra Kirikkale ji wezîfê hat girtin

Midûrê Tenduristîyê yê Bajêra Kirikkale ji wezîfê hat girtin

Feramîş Ender Gunguneşê Midûrê Tenduristîyê yê Bajêra Kirikkale ji ber ku di rapora bi nîqaş a Alaaddîn Çakici de îmzeya wî hebû ji wezîfê hat girtin.

Berî niha ji ber  daxuyanîya Alaaddîn Çakici ya ku di çapemenîyê de cî girt, Erdogan Bayrakdarê Serdozgerê Komarê yê Kirikkale ji wezîfê hat girtin û bo Serdozgerîya Komarê ya Enqerê hat tayînkirin. Vêcarê jî Feramîş Ender Gunguneşê Midûrê Tenduristîyê yê Bajêra Kirikkale ji ber ku di rapora bi nîqaş a Alaaddîn Çakici de îmzeya wî hebû ji wezîfê hat girtin.

Di rapora ku hatibû weşandin de hatibû diyarkirin ku 16 nexweşîyên cûrbecûr bi Alaaddîn Çakici re hene û divê jê re destûra ziyaretvanan a bêwext bê dayîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.