Mînîbûsa karkeran û tanker li hev qelibîn: 8 birîndar

Mînîbûsa karkeran û tanker li hev qelibîn: 8 birîndar

Li Rihayê mînîbûsa karkeran û tanker li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 8kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li Xalîlîyeya navçeya Rihayê  mînîbûsa bi plaqeya 63 AY 966 a ku karkeran vediguhast û tankera bi palqeya 63 YF 001 a sotemenîyê li hev qelibîn.  Qeza li Taxa Qisasê pêk hat. Di encama qezaya ku pêk hat de 8 kesên ku di wesayîtan de bûn birîndar bûn.

Kesên ku ji ber qezayê birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.