Mînîbusa ku karkeran çandinîyê vediguhast qeza kir: 3 mirî 15 birîndar

Mînîbusa ku karkeran çandinîyê vediguhast qeza kir: 3 mirî 15 birîndar

Li Ceyhana navçeya Edenê mînîbusa ku karkerên çandinîyê vediguhastji kontrolê derket û qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 60 NF 987 a ku nasnameya şofêrê wê nehat hînbûn li nêzî gundê Golkuyuya Ceyhanê qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.