Mînîbûsa ku karkeranvediguhast qulibî: 2 mirî 16 birîndar

Mînîbûsa ku karkeranvediguhast qulibî: 2 mirî 16 birîndar

Li Nîgdeyê mînîbûsa ku karkerên zireatê vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 karker jiyana xwe ji dest dan û 16 karker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Golcuka Nîgdeyê mînîbûsa ku karkerên zireatê vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 karker jiyana xwe ji dest dan û 16 karker jî birîndar bûn.

Qeza doh derdora seat 09.30î de li bajaroka Goşcuka Nîgdeyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsa bi plaqeya 51  HF 111 a ku ajokarê wê Ehmed B. bû ji ber qeşaya li ser rê ji kontrol derket û qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesên bi navê Songul D. û Reyhan D. jiyana xwe ji dest dan û 16 karker jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.