Mînîbusa ku karkerên çandinîyê vediguhast qeza kir: 14 birîndar

Mînîbusa ku karkerên çandinîyê vediguhast qeza kir: 14 birîndar

Mînîbusa ku karkerên çandinîyê vediguhast li ser Rêbeja Bîngol-Erzirom qeza kir.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 72 AAC 137 a ku ji herêma Behra Reş dihat û tê de karkerên çandinîyê hebûn li 36emîn kîlometreya Rêbeja Bîngol-Erzirom di fitlonekê de qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 14 karker birîndar bûn. Karkerên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA


Mînîbusa ku karkerên çandinîyê vediguhast qeza kir: 14 birîndar

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.