Mînîbusa ku penaberan vediguhast qeza kir: 5 mirî, 16 birîndar
Li Miksa Wanê mînîbusa ku penaberan vediguhast gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Miksa Wanê, mînîbusa ku penaberan vediguhast ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Wanê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.