Mizgefta Ayasofya bi tîlaweta Qur’ana Kerîm ji îbadetê re hat vekirin

Mizgefta Ayasofya bi tîlaweta Qur’ana Kerîm ji îbadetê re hat vekirin

Mizgefta Ayasofya ya ku di sala 1453yan de ji teref Fatîh Siltan Mehmet bi fetha Stenbolê hat kirin camî û di sala 1930yan bi hinceta tamîratê hat girtin û di sala 1934an de jî hat kirin muze piştî 86 salan hat vekirin.

Piştî 86 salan ew ê camî bi nimêja înê ji îbadetê re bê vekirin.

Serê şeveqê derdora seat 10an de ji camîyê dengê sala û tekbîran bilind bû û dû re Qur’ana Kerîm hat xwendin. Dû re jî sûreyên Kehf, Meryemû Yasîn, Feth, Îxlas, Feleq û Nas hatin xwendin.

Welatîyên ku dixwazin nimêja înê li Ayasofyayê bikin piştî ku ji xalên kontrolê derbas dibin re derbasî qadê dibin û ji bo nimêjê cihê xwe digirin.

Ji ber Coronavîrusê bes ew ê nêzî hezar û 500 kes di hundirê camîyê de nimêjê bikin; lê ew ê bi hezaran welatî karibin di hewşa mizgeftê nimêja xwe eda bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.