Morales îltîcayî Arjantînê kir

Morales îltîcayî Arjantînê kir

Serokê berê yê dewleta Bolîvyayê Morales îltîcayî Arjantînê kir.

Hat ragihandin Serokê berê yê dewleta Bolîvyayê Morales îltîcayî Arjantînê kir.

Derbarê mijarê de ji teref Felîpe Solayê Wezîrê Karên Derve yê Arjantînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Sola di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir: “Morales ji me parastineke taybet daxwaz nekir. Em jî jê dixwazin, bes bila daxuyanîyên polîtîk nede.”

Hat diyarkirin ji bilî Morales, Alvaro Garcîa Lînerayê alîkarê berê, Dîego Pary Rodrîguezê wezîrê karên derve yê berê û Gabrîela Montanoyê wezîrê tenduristîyê yê berê jî îltîcayî Arjantînê kirine.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler