Motosîklet li TIRê qelibîn: Mirîyek 3 birîndar
Li Rihayê 3 motosîklet li TIRekî qelibîn, di encama bûyerê de kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Serê Kanîya Rihayê 3 motosîkletên ku tê îddîakirin bi hev re ketibûn pêşbirkê li ser Rêbeja Serê Kanîyê- Qoserê li TIRekî qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê R.C.Ö., A.Y., A.Ç. û S.D. ji motosîkletan ketin erdê û birîndar bûn.
Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re xeber hat dayîn yekîneyên tendirûstîyê. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serê Kanîyê.
Ji 4 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn kesê bi navê R.C.Ö. digel temamê midaxeleyan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.