Mueyîdeya duyemîna Amerîka ya bo ser Îranê dest pê kir

Mueyîdeya duyemîna Amerîka ya bo ser Îranê dest pê kir

Mueyîdeya duyemîn a Amerîka ya li hember Îranê îro dest pê kir.

Amerîka berî niha daxuyandibû ku ew ê li hember Îranê mueyîdeyên qonaxa duyemîn bide destpêkirin. Ew mueyîdeyên ku berî niha bi daxuyanîyekê hatibû îlankirin îro dest pê kirin.

Mueyîdeyên qonaxa ewil ên Amerîkayê berî niha di 7ê Tebaxa sala 2018an de dest pê kiribûn. Qonaxa duyemîn a mueyîdeyan li gorî seata Washîngtonê di seat 00.01an de û li gorî seata Tirkîyê di seat 08.01an de dest pê kir.

Di qonaxa ewil a mueyîdeyan de  qedexe hatibû danîn ku Îran dolaran bistîne û bi zêran ticaretê bike. Her wisa ticareta komur, polan û alumînyumê û sektora otomotîvê ya Îranê jî di lîsteya mueyîdeyên ewil de bûn.

Şîrketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê, Şîrketa Tankera Neteweyî û Şîrketa Ticareta Neftê ya Îranê,  Kargeha Dezgehê ya Benderê ya Îranê,  Şîrketa Keştîvanîyê ya Komareya Îslamê ya Îranê, Bankaya Navendî ya Îranê, hinek sazîyên malî yên Îranê, şîrketên sîgorta û navbeynkarîyê, sazîyên sektora enerjîyê yên Îranê di nav lîsteya mueyîdeyên qonaxa duyemîn a Amerîkayê de ne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.