Muhammed bi hinceta ku sûreta kelepçekirî ya Huseyînê endamê Îxwanê parve kir hat girtin

Muhammed bi hinceta ku sûreta kelepçekirî ya Huseyînê endamê Îxwanê parve kir hat girtin

Muhammed Emîn Çelîkê ku tê îddîakirin sûreta Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku endamê Îxwanê ye ji Misirê re hat îadekirin, girtiyehat girtin.

Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku endamê Îxwanê ye û li Misirê jê re ji teref rejîma darbeker ve îdam hatiye dayîn berî vê çendakî ji teref Tirkîyê ve teslîmî Misirê hat kirin ku ev teslîmkirin bi dîmena ku li ser medyaya civakî hat parvekirin derket holê. Muhammed Emîn Çelîkê wezîfedarê paqijîyê yê ku tê îddîakirin sûreta Muhammed Abdulhafiz Huseyînê ku endamê Îxwanê ye ji Misirê re hat îadekirin, girtiye  bi îddîaya ku “xelkê ji bo kîn û dijmintîyê tahrîk kiriye” hat girtin.

Muhammed Emîn Çelîk piştî ku hat binçavkirin re di îfadeya xwe ya ku da de destnîşan kir ew sûret negirtiye, ji ser înternetê peyda kiriye.

Çelîk di berdewama îfadeya xwe de diyar kir dema ku ew sûreta ciwanê Misirî dîtiye nerihet bûye ew jî li ser medyaya civakî parve kiriye. Çelîk dû re wiha got: “ Ez wî kesê ku vê parvekirinê kiriye nas nakin. Em nikarin di hundirê balafirê de sûretan bigirin, qedexe ye. Ji xwe ger di nava balafirê de rêwî hebin em nikarin bixebitin jî, ew jî qedexe ye. Li şîrketa wextê xebatên me diyar in. Ger ji şîrketê bê pirsîn ew ê derkeve holê. Min vê dîmenê li ser medyay civakî dît û parve kir. Dû re ez razem û polêsan li serê şeveqê di ser malê de girtin.”

Li ser medyaya civakî rojnameger, parêzger û nivîskar ji bûyera ku pêk hat re bertek nîşan dan û bang li rayedaran kirin.

Kesên ku ji girtina Muhammed Emîn Çelîk re bertek nîşan dan derbarê bûyerê wisa gotin:

Rojnameger Kenan Alpay:“ Daraz îflas kiriye.”

Rojanameger Adem Ozkose: “Ey ewên siyasî! Hûn li kû derê ne? Ey kesên hiqûqnas hûn li kû ne? Ey temsîlkarên STKyan hûn li kû ne? Ey ew kesên xwedî wicdan hûn li kû ne? Me li wî Huseyînê ku birin îdamê xwedî derneket, qet nebe li wî wezîfedarê paqijîyê yê ku bi îddîaya girtina sûretê hatiye girtin xwedî derkevin.”

Parêzer Kaya Kartal: “Muhammed Emîn Çelîk bi îddaya ku sûreta xortê ku ji Misirê re hatiye teslîmkirin girtiye hat girtin… Ger sûretê girtibe jî, gelo girtina sûretê tahrîj e, gelo dibe sedema girtinê?”

Parêzer Gulden Sonmez: “ Ev yek îxbar e. Wê dîmena ku bûye sedema girtina Muhammed Emîn Çelîk ji teref min ve hatiye girtin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.