Namzedên parlamenterîyê yên HUDA PARê ÎHHa zîyaret kir
Namzedên Parlamenterîyê ên HUDA PARê yên Stenbolê Weqfa Alîkarîya Însanî ÎHHa zîyaret kir.
Namzedên Parlamenterîyê ên HUDA PARê yên Stenbolê Saît Şahîn, Erdal Elîbuyuk, Bayram Gîrîşen û heyetek ji partîlîyan Weqfa Alîkarîya Mirovahîya Însanî (ÎHH) zîyaret kir.
Serokê Giştî yê ÎHHyê Bulent Yildirim, heyeta namzedên parlamenterîyê pêşwazî kir. Di hevdîtinê de di serîde mijarên li ser erdingarîya Îslamê û di gelek mijarên din de dana fikr û ramanan hat stendin.
Piştî hevdîtinê serokê ÎHHyê Yildirim, ji namzedên parlamenterîyê re teşekur kir û di xebatên wan de ji bo wan serkeftin xwest.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.