Naskirîyên kesê ku ji teref PKKê ve hatînfazkirin ji HDPê re bertek nîşan dan
Naskirîyên Xeyder Çelîkê ku li Taxa Gungora Geverê hat revandin û wek înfazkirî hat dîtin, ji HDPyîyên ku xwestin werin taziyê re berteka tund nîşan dan.
Hat ragihandin naskirîyên Xeyder Çelîkê ku li Taxa Gungora Geverê Colemêrgê hat revandin û wek înfazkirî hat dîtin, ji HDPyîyên ku xwestin werin taziyê re berteka tund nîşan dan. Hat hînbûn Xaydar Çelîkê ji teref PKKê ve dihat tehdîdkirin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Xaydar Çelîk berî vê 3 rojan derdora seat 19.00an de ji Xaydar Çelîkê ku ji mala xwe derket qet xeber nehat standin. Malbata Çelîkî ji ber ku mitala Xeyder kirin xeber dan cendirmeyan û îxbara windabûyînê kirin.
Di encama lêkolîn û tehqîqeta ku hat kirin de derket holê ku Xeyder Çelîk ji teref PKKê ve hatiye revandin û li zevîya nêzî rêya Kurukoyê hatiye înfazkirin.
Malbata Xeyder Çelîk ê ku bi bûyerê hesiyan lenet ji PKKê re anîn. Hat hînbûn Necdet Erenerê naskirîyê Xeyder Çelîk jî sala borî ji teref PKKê ve hatiye qetilkirin.
Gundîyan diyar kirin PKKyîyê ku Xeyder Çelîk kuştiye di 24ê Mijdara sala 1989an de 21 kesên masûm ên ku di nav wan de zarok, pîrek û extiyar hebûn qetil kiriye. Gundîyan her wisa diyar kir PKK her tim qet tehemûlî wan kesên ku weke xwe nafikirin nekiriye û gefê li wan dixwe.
Esat Cananê Parlementerê HDPê beşdarî şîna Xeyder Çelîk a ku li gundê wî hat danîn bû. Gundîyan di dema hatine parlementerê HDPê de destnîşan kirin ev 35 sal lu PKK zilm dike û divê Kurd li dijî vê zilmê derkevin.
“Esed Beg, ev zilma ku hatiye kirin nayê qebûlkirin…”
Naskirîyekî Xeyder Çelîk ê ku navê wî nehat hînbûn di şînê de axavtinek kir. Kesê ku axivî di destpêka axavtina xwe de diyar kir “Weke temamê xelkên Rojhilata Navîn Kurd jî Misliman in” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di temamê dîrokê de Kurdan tu car zilmê li tu kesî nekirine. Lê belê ev bû 35 sal ku zilm li me tê kirin.Gelo em sûcê me çi ye. Tiştê ku hûn dikin şerm û fêdîyeke mezin e? Gelo tu eleqeya van kesan bi Kurdan re heye? Naxêr. Li ser navê Kurdperwerîyê zilmê li me dikin. Va bû 35 sal ku em li vê herêmê tev de 35 şehîd dan. Heta îro me tu sebeb neda destê tu kesî ku werin ji me werin merivekî birevînin û wî bikujin. Lê belê kesê sûcdar ê ewil hûn in(ji Esat Canan re xîtaban) û dû re jî eşîrên me ne. Ew ê heta kengî bên me êsîr bigirin û dm me qetil bikin.”
“Divîyabû we li terefê mezlûman sekinîbana”
Naskirîyê Çelîkî di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê li dijî vê zilmê bê deng neyê mayîn û dê ji îro pê jî bê deng neyê mayîn û dû re ji melayê gund re wisa xîtab kir “Divîyabû we gotibana li dijî zilm serî rakin.’ Dû re jî wisa li axavtina xwe zêde kir: “ Ew ê Misliman tu car vê yekê qebûl nekin. Dîsa sûcê herî mezin yê melayê me yê ku li vê derê rûdine ye. Divîyabû mela vê bangê bikira. Divîyabû gotibana li dijî vê zilmê serî hilbidin. Divîyabû hûn li ba mezlûman bana. Lê ji ber ev yek nebû em her roj li rasta zilmê tên. Roj tê zarokên me dikujin û roj tê zarokên me direvînin ser çiyan. Esed Beg, ev zilma ku hatiye kirin nayê qebûlkirin…”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.