NATO: Ji ber rewşa li Lîbyayê em endîşedar in
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê destnîşan kir “Ji ber rewşa li Lîbyayê em endîşedar in.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg derbarê rewşa dawî ya li Lîbyayê de daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Stoltenberg di daxuyanîya ku belav kir de bang li terefan kir û destnîşan kir êrîşa leşkerî ya ku li hember Trablusê tê kirin gefê li jiyana sîwîlan dixwe.
Stoltenberg di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir gavên leşkerî dê Lîbyayê nebin çareserî û ew destekeke kamil didin hewldanên çareserîyên siyasî.
General Halîfe Hafterê ku serokê muxalifan e û ji teref Rojavayîyan wan tê destekkirin di 4ê Nîsanê de êrîşî Trablûsê kiribû.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.