Nêçîrvan Barzanî: “Ez ê hewldanên xwe yên anîna ba hev a Kurdên Sûrîyê bidomînim”

Nêçîrvan Barzanî: “Ez ê hewldanên xwe yên anîna ba hev a Kurdên Sûrîyê bidomînim”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Temsîlkarên Taybet ê Sûrîyê yê Amerîkayê James Jeffrey hevdîtin kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de geşedanên herî dawî yên li Sûrîyê, çareserîya qeyrana Sûrîyê, tesîskirin îstîqrarê û dawî anîna li şer hat nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşna kir “Ez ê hewldanên xwe yên anîna ba hev a Kurdên Sûrîyê bidomînim” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo di nav Kurdan de yekîtî çêbibe çi gav bên avêtin ez ê destekê bidim wan.”

Di hevdîtina ku hat kirin de her wisa geşedanên li Iraqê, xebatên hikûmeta nû ya ku li Bexdayê bê damezrandin û pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nirxandin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler