Nêçîrvan Barzanî li gel şandeyeke Amerîka civîya

Nêçîrvan Barzanî li gel şandeyeke Amerîka civîya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û David Schenker Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Nêzîk hevdîtin kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de pêwedîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatin nirxandin û hat destnîşankirin; ew hêvîdar in her du alî bigihin rêkeftinê û kêşeyên xwe çareser bikin.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin, di hevdîtina ku hat kirin de pêşketinên siyasî û emnî yên Iraqê, encamên pejika Kovid-19, rewşa aborî û darayî li Iraq û Herêma Kurdistanê, êrîşên Da’îş, kêşeyên Hewlêr – Bexda, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîka û welatên cîran, rewşa koçberan û xwepêşandanên li çend bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; her du alî tekez li ser pêwîstiya berdewamiya hewlên çaksazî û cûr bi cûrkirina çavkaniyên dahatê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.