Nêçîrvan Barzanî mîhvandariya civîna PDK û YNK dike

Nêçîrvan Barzanî mîhvandariya civîna PDK û YNK dike

Doh di wextên êvarî de li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, mîhvandariya civîna hevbeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê kir.

Li civînê de ku bi amadebûna birêz Bafil Talebanî Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê birêve çû, her du alî li keşuhewayeke erênî û dostane da, bi eşkere kêşe û giriftan û rewşa Herêma Kurdistanê û peywendiya du aliyan guftûgo kirin.

Dakokiyê li ser zerûreta peywendiya di navbera Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) kirin ku bi taybetî û hemû aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê bi mebesta çareserkirina kêşeyan û parastina yekrêzî û tebayî ku zerûreteke vê qonaxa hestiyare ji bo rûbirûbûna vê rewşa giran li encama pejika Korona û qeyrana darayî û kêşeyên din da ku li ser Herêma Kurdistanê da hatiye.

Li civînê de dûpat li ser zerûreta berdewamiya guftûgoyên di navbera her du aliyan kirin ku armanca wê çareserkirin û zalbûna li ser kêşeyan da û sivikkirina wê barê girane li encama kêşe û qeyranan ketiye stûyê welatiyan. Her wiha dakokiyê li ser pabendbûna bi rêkeftinên di navbera her du aliyan û palpiştiya sazî û damezraweyên Herêmê û karê hevbeş li Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.