Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî pêwendiyên Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî pêwendiyên Kurdistan û Iraqê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimîyê Serokwezîrê Iraqa Federal doh civiyan.

Di civînê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, pejika virusa Korona û encamên wê yên bi taybetî li warên aboriyê da û hewlên rûbirûbûna wê, berdewamiya guftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyan, metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke ji bo her du aliyan girîngbûn hate guftûgo kirin.

Di civînê de ku Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, her du alî tekez li ser girîngî û pêwîstiya karê pêkveyî û hevbeşiya hemû pêkhat û aliyan ji bo rûbirûbûna gefan û derbaskirina qeyranan kirin. Her du alî kok bûn li ser girîngiya alîkarî û hemahengiya Pêşmerge û artêşê ya ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û piştrastbûna li nehiştina DAIŞê.

Di derbarê kêşeyên Hewlêr – Bexda jî Serok Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî Serok Wezîr dakokiyê li ser berdewamiya guftûgoyan ji bo gihîştina bi rêkeftineke giştgîr ya yekcariya çareserkirina tevahiya kêşeyan li ser bingeha destûr û hevkariya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina qeyranan kir.

Kazimî balkişand li ser girîngiya binyatnana baweriyê û ragihand berê li babeta muamelekirina li gel kêşeyan kêmasî hebûn û hêvî xwest her du alî bikarin bi nêrîneke nû ya hevbeş hengavên ji bo çareseriyê bavêjin. Ji aliyê xwe veBarzanî jî tekez kir ku çareserkirina bingehîn û yekcariya kêşeyan li berjewendiya tevahiya Iraqê daye û aramiyê ji bo welat vedigerîne.

Pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û hevsû, parastina tixûban û serweriya Iraqê, serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Washingtonê û civîna wî li gel Serokê Amerîka, serdana Serokê Fransa ya bo Iraqê û erkê hevpeymaniya navdewletiya dijî DAIŞê, mijareke dinê civînê bûn. Barzanî balkişand li ser wê yekê ku civaka navdewletî amade ye hevkarî û piştevaniyê li Iraqê bike, girînge Iraqî jî bikarê sûd ji wê derfetê bibîne.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.