Neteweyên Yekbûyî cihên mekteb û nexweşxaneyên li Îdlîbê parve kir
Neteweyên Yekbûyî bo siwîl nebin hedef cihên 235 nexweşxane, mekteb û wargehên siwîl bi Tirkîye, Rûsya û Amerîka re parve kir.
Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve derbarê rewşa dawî ya Îdlîbê de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ji serê meha Îlonê vir ve 38 hezar û 300 kes Îdlîbê terk kirin. Li gor agahîyên Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatin parvekirin exlebeyê van koçberan ber bi sînorê Tirkîyê ve revîyane û hinek koçber bi hêvîya vegerê li çoltera nêzî bajêr bi cîh bûn.
Panos Moumtzîsê Koordînatorê Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir bo siwîl nebin hedef cihên 235 nexweşxane, mekteb û wargehên siwîl bi Tirkîye, Rûsya û Amerîka re parve kir.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.