Neteweyên Yekbûyî êrîşên ku li Yemenê tên kirin şermezar kir

Neteweyên Yekbûyî êrîşên ku li Yemenê tên kirin şermezar kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên YekbûyîGuterres êrîşa ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve li Yemenê hat kirin û tê de 50 zarok hatin qetilkirin şermezar kir.

Antoîno Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî   derbarê êrîşa ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve li Yemenê hat kirin û tê de nêzî 50 zarok hatin qetilkirin de daxuyanîyek belav kir. Guterres  di daxuyanîya ku belav kir de êrîşa ku hatiye kirin şermezar kir û diyar kir divê temamê terefan li hember mafên mirovan rêzdar bin û wezîfeyên xwe bînin cî

Di wan êrîşên ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve ji sala 2015an vir ve tên kirin de heta niha 14 hezar siwîl jiyana xwe ji dest dan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.