Neteweyên Yekbûyî ji ber îadekirina FETOyîstan Kosova rexne kir

Neteweyên Yekbûyî ji ber îadekirina FETOyîstan Kosova rexne kir

Neteweyên Yekbûyî di warê 6 FETOyîstên ku Kosovayê hatin binçavkirin û ji Tirkîyê re hatin îadekirin de Kosova rexne kir.

Angelîna Eîchhorta Dîrektora Tirkîyê û Balkanên Rojava ya Neteweyên Yekbûyî derbarê mijarê de diyar kir bûyera ku qala wê tê kirin “Li Brukselê di warê edalet, şeffafî û heqên yasayî de bûye sedema pirsan.”

Di 29ê Adarê de li Kosovayê 6 FETOyîstên ku di mektebekê de dixebitîn hatibûn binçavkirin û ji Tirkîyê re hatibûn îadekirin. Serokwezîrê Kosovayê Ramuş Harandînaj destnîşan kiribû operasyon bêyî xebera wî hatiye kirin û piştî vê yekê wezîrê karên derve û şefê îstîxbaratê ji wezîfê hatibûn dûrxistin û derbarê mijarê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.