Neteweyên Yekbûyî: Li Sûrîyê erdên ziraatêtên şewitandin

Neteweyên Yekbûyî: Li Sûrîyê erdên ziraatêtên şewitandin

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir li bakûrê Sûrîyê bi hezaran donim erdên ziraatê hatine şewitandin.

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat destnîşankirin li bakûrê Sûrîyê bi hezaran donim erdên ziraatê hatine şewitandin ku exlebeyê van erdan yên genim û garisan e.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de rayedarên Neteweyên Yekbûyî destnîşankirin ev êrîşên bi vî awayî bûne ji rê û rêbazên şer ên ku di van pêlên dawî de tên bikaranîn.

Berdevkê Bernameya Xûrekê Herve Verhoosel di daxuyanîya ku da de destnîşan kir “ Di van êrîşên dawî yên ku herî dawî li Hama û Îdlîbê hatin kirin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran donum erdên ziraatê hatin şewitandin ku ji ber vê yekê herî kêm 300 hezar kes mecbûr man ku warên xwe terk bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.