1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Neteweyên Yekbûyî: Pêdivîya 24 milyon Yemenîyan bi xurekê heye
Neteweyên Yekbûyî: Pêdivîya 24 milyon Yemenîyan bi xurekê heye

Neteweyên Yekbûyî: Pêdivîya 24 milyon Yemenîyan bi xurekê heye

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, ji bo ku bijîn pêdivîya 24 milyon Yemenîyan bi alîkarîya lezgîn heye.

A+A-

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve derbarê Yemena ku lê şerê navxweyî û êrîşên Siûd berdewam dike de raportek hat weşandin. Di raporta ku hat weşandin de bal hatin kişandin li ser qeyrana xurekê û hat destnîşankirin koalîsyona ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike dibe sedem ku xelkê Yemenê birçî bimîne ku ev yek di asta sûcê herbê de ye.

Li gorî daneyên ku hatine parvekirin li Yemena ku lê her ku diçe qeyrana însanî û xurekî mezin dibe ji bo ku bijîn pêdivîya 24 milyon Yemenîyan bi alîkarîya lezgîn heye.

Berî niha derbarê êrîşên ku ji teref hêzên koalîsyonê ve li Yemenê tên kirin de daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di êrîşên ku li Yemenê ji teref hêzên koalîsyona ku Siûd pêşîvantîya wan dike ve hatin kirin de 7 hezar zarok hatin hedefgirtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, di van êrîşên ku hatin kirin de 3 hezar û 534 zarok şehîd bûn û 3 hezar û 600 zarok jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, ji ber dorpêça ku li ser Yemenê heye zêdetirî milyonek û 900 hezar zarokên Yemenî nikarin bi şikleke kamil xureka rojane peyda bikin û bixwin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.